Hêzên Îsraîlê avêtin ser avahiya UNRWA'yê

Hêzên Îsraîlê li taxa Şêx Cerah a Qûdsê avêtin ser avahiya UNRWA'yê û hêzên ewlekariyê yên li avahiyê binçavkirin.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ragihand ku hêzên Îsraîlê vê sibehê bi ser avahiya Ajansa Alîkarî û Kar a Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ya li taxa Şêx Cerah a Qudsê de girt û li hundirê avahiyê lêgerîn kir.

Li gorî WAFA’yê, hêzên Îsraîlê parêzvanên avahiyê destgîr kirin û dest danî ser telefonên wan, di heman demê de derdora herêmê girt.

Parêzgarê Qudsê der barê mijarê de daxuyaniyek da. Parêzgar serdegirtina avahiyê bi binpêkirina qanûnên navneteweyî û binpêkirineke xeternak li ser parzendiya saziyên NY’yê pênase kir. Her wiha got ev kiryara ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin, çend roj piştî ku Civata Giştî ya NY’yê wekiliyeta UNRWA’yê nû kir, pêk hatiye.